Karker, cotkar, rênçber û şivan tev bibin yek
Kela kela germa havînê
tene bi gelaş û limin bi strîn e
ro dijware pir bi tîne
erd qelişî şax şax dane
xwîdan hat xwar dilopanî
av çirabe em tî mane
de em barkin herin zû axê
tene hur bû hat bar kirin
şane şîyand şeqil kirin
deyndaran deyn û dû rakirin
efare ma ji min û te ra
tu ûrt reş ma lê bu guman
cotkarê min ka keda salan
zarok tazî man bircî man
deyn gerek bu, kesî neda
mal barkir û berda berîya
sondek xwe xwar venegerya
ger tu here serê derya
tu tum karkerê barê giranbi
lê daxwazî çîye
ger sed salan tu şivan be
ger sed salan tu gavan be
heftê salan tu cotkar be
tu tim birçî û li ber derîyan be
le tu bira şivano
cîye te goma miyano
ger tu jî sed salan şivan bi
tu carna têrbe, geh bê nan be
le hun kesen liber deriyê axa
hun xulamin ji bo axa
lew ji we re dibêjin tirşikçî
peyên teşt ü tebaxa