Тексты и переводы песен

Deşta Palo

Kerengê deşta Palo zer bûn,
Min digot yê mo te digot na,
 
Tena serê wê bi der bû,
Min digot konê, te digot na,
 
Tev şa dibûn xort û zerî,
Min digot, birin te digo na,
 
Keçik zer bû, xort esmer bû,
Min digot, herê te digot na,
 
Deşta Palo bi dirhêz e,
Min digot, wa ye te digot na,
 
Delaliyê min teşîrês e,
Min digot, belê te digot na,
 
Hirî kî dasî de berda,
Min digot ew e te digot na,
 
Teşî ya xwe badide û dirêse,
Min digot vir de, te digot na,
 
Min got were li ba min rûne,
Min digot canê, te digot na,
 
Teşîya xwe birise û bihûne,
Min digot dilêm, te digot na,
 
Tev şa bûn, wek Mem û Zîn e,
Sebra min bi te dihat,
 
Ez nergiz im tu beybûn e,
Bêhna gulan ji te dihat.
 

Понравилась песня? Будем очень благодарны, если вы расскажете о ней друзьям:



Послушать песню и посмотреть клип "Deşta Palo"

Видеоклипы к песне подбираются автоматически сайтом youtube.com. Отказ от ответственности

Текст песни Şivan Perwer Deşta Palo предоставлен в ознакомительных целях для личного развития.