Тексты и переводы песен

Bilbilo

Bilbilo xêr e vê sibekê,
Tu li ser darê xweş dinale,
Ma tu jî weke min birîndar e,
Keremke were em mijûl bin,
Ka derdê te çiye,
Bilbilo vê sibekê li ser darê dîsa tu çi dinale,
Ax… wer xuya dike Bilbilo tu jî weke min bêhal e,
De ezê nizanim tuyê ji derdê çiye ewqas bi ax û fîgan e,
Bilbilo de were em mijûlbin,
Keremke ji ser darê were xwar e,
Bilbilo, vê sibekê tavek kate çi hum-humî,
Ax kevir û kuçikên çiya û zinara li ser serê min hedimîn,
Bilbilo tu perê darê ez bûme kewkurkek kula zinaran,
Ax.. xêrnexwazan xera kirin germa buharê hêlîn li min herimî,
Bilbilo, bişewite mala Contirkan, komkirin xortên hêja ji her hêlê da,
Birin bi vê qetera devê rê da, nizanim dibin bi çi hêlê da,
Li dû wan mane bûkên dest bi hine, di paş ko û perdê da Bilbilo,
Ax… derd û kederên min ev in Bilbilo ev çiya hatiye bi ser ê min re penê da,
Xerîb im, bêks im, bêhal im de yar yar… lo lo Bilbilo.
 

Понравилась песня? Будем очень благодарны, если вы расскажете о ней друзьям:



Послушать песню и посмотреть клип "Bilbilo"

Видеоклипы к песне подбираются автоматически сайтом youtube.com. Отказ от ответственности

Текст песни Şivan Perwer Bilbilo предоставлен в ознакомительных целях для личного развития.