Mêvanê dilê te
Bûm mêvanê dilê te, te derî venekir
Çavê min tije xwîn bûn, te lê mêze nekir
Keçê halê min nema bû zindan erd û sema
Haho min çi kiribû te ez xistim xema
Dînê min çi kiribû te ez xistim xema
Ezê bimirim û min nedî wê sînga gewr û boz
Min çi kir ew dil nebû ji min re hêlîn û koz
Keçê halê min nema bû zindan erd û sema
Haho min çi kiribû te ez xistim xema
Dînê min çi kiribû te ez xistim xema
Dilê min girêdaye, porê teyî xelek
Keçê bû sebebê min, çavên reş û belek
Keçê halê min nema bû zindan erd û sema
Haho min çi kiribû te ez xistim xema
Dînê min çi kiribû te ez xistim xema