Seyda Perinçek — Rustem Cudî

Seyda Perinçek Rustem Cudî

Текст песни

Heval Rustem mamoste bû

Bi ilmê xwe di pêş de bû

Karê wî tim şoreş û têkoşîn

Zanistî û perwerdehî bû

 

Kanî yadê yadê Rustemê min

Kanî kanî fermandarê min

Kanî kanî mamosteyê min

 

Ji bo parastina nirxê xwe eger

di oxira wê de em jiyana xwe jî

ji dest bidin, em dîsa hazir in ji berxwedanê re

 

Pêwîste ku em întiqamê ji du tiştan hildin.

Yek gerîcîtiya ku dijmin layiqê Kurdan dibîne

yê din jî, ew siyaset û înkara dijmin li ser gelê Kurd dide meşandin. Divê em întiqamê ji wan hildin.

 

Heval Çîçek wek navê xwe bû

Çiya bi rengê wê geş bû

Mîna stêrkê ezmanan

Ji ber çavê min winda bû

 

Kanî yadê yadê Çîçeka min

Kanî kanî fermandara min

Kanî kanî rêhevala min

 

Mafê Kurdistan azadkirin bû

Çimkî dijmin digot:

Kurd l'vê derê neman,

Vê derê Kurdistan nîn e.

Gerîlayê rastiyê Kurdistanê

Careke din l'vêderê derxist holê

 

Elîşêr bû karwanê egîdan

Ketibû nav karwanê şehîdan

Ket nava karwanê şehîdan

Axa Kurdistan bi we zêrîn e

Em nahêlin heyf û tola we

 

Kanî yadê yadê Elîşêr ê min

Kanî kanî fermandarê min

Kanî kanî rêhevalê min

 

Клип «Rustem Cudî»

Видеоролики хранятся и модерируются сервисом YouTube. Отказ от ответственности

Заказать перевод Прислать свой вариант перевода

Текст песни Seyda Perinçek Rustem Cudî предоставлен в ознакомительных целях для личного развития.