Seyda Perinçek — Keça min

Seyda Perinçek Keça min

Текст песни

Gava zarok bû porê wê zer bû

Çavên wê şîn bû rû devliken bû

Îro bûme kal qîz’e keça min

Jibo bikin bûk, ji min dixwazin.

 

Destê delalya min hine kirin

Li hespa boz kirin ji malê birin.

Çavê’min tarî bû, kela min rabû

Gava gula min birin; gelekî zor bû

Gava rinda min birin, dilê min m lidû

 

Dinya bi dore here keça min

Tu tim serbilind bî hey rûmeta min

Delalya malê xezala bavê

Ez li pişta te me ey xemla şarê

Li pişta te me ey xemla şarê

 

Destê delalya min hine kirin

Li hespa boz kirin ji malê birin.

Çavê min tarî bû kela min rabû

Gava rinda min birin gelekî zor bû

Gava rinda min birin, gelekî zor bû.

 

Клип «Keça min»

Видеоролики хранятся и модерируются сервисом YouTube. Отказ от ответственности

Заказать перевод Прислать свой вариант перевода

Текст песни Seyda Perinçek Keça min предоставлен в ознакомительных целях для личного развития.