Ez nema ez im
Li xwe digerim xwe nabînim ji xwe dûrim dûrim dûrim dûrim dûrim dûr
Ez xwe nasnakim bûme yekîdinê ji xwe dûrim dûrim dûrim dûrim dûr
Ez nema ezim ez û cewherê xweji hev qutin dûrin dûrin dûrin dûr
Ez û ne ez ji hev dûrin dûrin dûrin dûrin dûrin dûr
Gava min xwe dî li ser dilekî bê ax û bê tov û bê jiyan mirî bûm
Bîna beratê keti bû laşê min li ser sergoyekî ez bêxwedî bûm
Çeqel kombibûn goştê min parve dikirin sed mixabin ez bê serî bûm
Birîna Kurdîtiya min kûre kûre kûre kûre kûr