Seyda Perinçek — Ez çavreşa xwe nabînim

Seyda Perinçek Ez çavreşa xwe nabînim

Текст песни

Dora min reş û tarî ye

Ar bi dilê min ketiye

Ez çavreşa xwe nabînim

Felek rêka min girtiye

Ez xezala xwe nabînim

Felek rêka min girtiye

 

Bê te jiyan bi me zor e

Diçe emir mîna hor e

Ji roja ku te nabînim

Wan çavên min weke kor e

 

Dil xeber şand bi bayê re

Min go bibe ji yarê re

Bila biskê xwe bişîne

Bi wî çemê ber malê re

 

Ezê biskê te hilînim

Li ser birîna xwe daynim

Hekîm tu yî derman tu yî

Guneh dibe ez mirî me

 

Клипы «Ez çavreşa xwe nabînim»

Заказать перевод Прислать свой вариант перевода

Текст песни Seyda Perinçek Ez çavreşa xwe nabînim предоставлен в ознакомительных целях для личного развития.