Kal î kal î
Kal î kal î, tu pir kal î
(Li) text û bextê (xwe) bi tal î
Ji hukmê xwe ra bibe Velî
Kamil î tu bi vî halî
De rabe meke kale-kalî
Dinê diçerixe bi vî halî
Min guh da ser, kevir kuçik ne lal in
Bahê deng da qal û qirş û çalî
(Di) Nalî (di) nalî, bes (e) menale
Mirî û zindî tevlihev dinalin
Nema wext çû ji vî salî
Li ser lingan peya yî
De rabe meke kale-kalî
Dinê diçerixe bi vî halî
Min guh da ser, kevir kuçik ne lal in
Bahê deng da qal û qirş û çalî