Aynur Doğan — Xelîl Qurban

Aynur Doğan Xelîl Qurban

Текст песни

Xelîl qurban ez qîza xalê tu layê metê

Xelîl qurban heyfa min li ciwanîya te tê

Xelîl qurban tirsa min ew tirse ku - lawo lawo

Li mala te derkevin qeyd û quydê hukumatê

 

Herê lo lo Xelîlo lawo

Herê lo wezîro lawo

Herê lo belengazo

 

Xelîl qurban dibêjim lo Xelîlo tu layê mîran

Xelîl qurban bejna te rinde darê minê dartîran

Xelîl qurban xwade miradê min û te bike – lawo lawo

Miradê kal û pîran

 

Herê lo lo Xelîlo lawo

Herê lo wezîro lawo

Herê lo belengazo

 

Клип «Xelîl Qurban»

Видеоролики хранятся и модерируются сервисом YouTube. Отказ от ответственности

Заказать перевод Прислать свой вариант перевода

Текст песни Aynur Doğan Xelîl Qurban предоставлен в ознакомительных целях для личного развития.