Hedûr
Qey hebûm qey tunebûm
Car hebim car tunebim
(Bi) serê reş-belek çênebûm
Ez (bi) qelindê xwe razîbûm
Serê reş-belek çênebûm
Bi qelindê xwe razîbûm
Qey hebûm qey tunebûm
Car hebim car tunebim
Bilbilê tu fîgan meke
Derdan ji min tev ra meke
Ew sibe (b)wû va êvar e
Şevan li ser min dirêj meke
Car pepûg im car teyrok im
Kûr dixwînim dilgerok im
Car ber jêr im car ber jor im
Deng û Sazê min lorîk e
Bi (wan) hedûr kê
Can lorîk e
Pê hedûr kê
Ez bi şîn çênebûm