Ez keç im
Ez keçim keça kurdan im
Kulîlka serê lawan im
Rihana rez û çeman im
Lawiko ez bêrîvan im
Delalê tu xwin şêrin î
Dil reqi lêv hingivin î
Ji xorta gava min dibin î
Bêriyê ez evindar im
Lawiko evînî şerm e
Gelek e bi tirs û sehm e
Evînî gunehe li cem me
Lawiko ez bêrîvan im
Delalê bejin rihanê
Kulîlka heyva gulanê
Tu dizanî xweşiya jiyanê
Bêriyê ez evindar im