Berfek Barî û Lûre Lûre
Berfek dibare hûr kepek e
Zalimê li gundê me qey venake
Ji eşqê min û eşqê te ra
Carê rabe were bi ber ra
Berfek barî li bilindan
Herifî hat di ser min da
Bask û pîlê min jî firîn
Mam di bin da, mam di bin da
----
Wûy de lûr e lûr e axayê min lûrê
Wûy de lawo riya axeyê min dûr e
Riya axaye min dûr e
Ax lûr e, lûrê
Wûy de lûr e lûr e lûr e, lûrê lûrê
Wûy de kanê kanê kanîka Memedê min kanê
Sira ku tu malxwê bûyî dayîk kebanî
Lo lo Memed tu jî rabe qeziyan bike
Dayîk kokum newxaş e guh li ser e