Тексты и переводы песен

Xewna min

Wey lo wey lo wey lo lo
‏Wey lê wey lê wey lê
‏Ev çe xewek şerîn bû
‏Ev çe xewnek rengîn bû
‏Min di xewna xwe de dî bû
‏Kurdistan rizgar bû bû
 
‏Çum ser birca Diyarbekir
‏Min wa lê kûr mêze kir
‏Bala xwe da mizgafta
‏Şêx Seîd lê bi darvekir
‏Ew ‏Şêx Seîd Pîran
‏Got keç û xortên kurdan
‏Bi milyonan ha kurd hene
‏Wê pir çêbin serhildan
 
‏Ji wir çûme Agirî
‏Dilêm hûr hûr digirî
‏Ji nişka va dengek hat
‏Ew dengê doktor Fûad
 
‏Şev hebek tarî hebû
‏ye tune bû nîv
‏Deşt di xwe de
‏Çiya digrî
‏Nehilatî hîv
 
‏Çûm Dêrsimê di çiyê da
‏Xweş hilkişivame pê da
‏Di bin her kevrekî da
‏Seyîd Rizo kî tê da
‏Paşê çûme ber bi jêr
‏Rastî min hat Elî ‏Şêr
‏Digo lo lo ‏Şivano
‏Berxê nêr ji bo nar kir
‏Di Dêrsimê şêr şêrê
‏Çi jin e ha çi mêr e
‏Zêr zanî diha zor zanî
‏Devê tivinga (?)
 
‏Pêy re çûme Mahabad
‏Gelek kes di pêrgêm hat
‏Çûm bajarê Mahabad
‏Gelek kes di pêgêm hat
‏Çi şahi çi xweşi bû
‏Go şivano tu bi xêr hat
‏Çum meydana çarçira
‏Çend hestiran gotin li wira
‏Ax lê gidî dinyayê
‏Qazî Mihamed di bîram hat
 
‏Pêy re çûme ba Barzan
‏Ew berzanê şêrê çiyan
‏Çek û rext hilgirt milan
‏Awirên xwe tûj kir wek bazan
‏Dogo biçin Kerkûkê
‏Bikirin şara bûkê
‏Dikin zava Pêşmerge
‏Li ser çiyayên Duhokê
 
‏Pêşmerge bi zahmetên xwe
‏Xwina xwe rîjan ji bo me
‏Ji bo azadiya gelê me
‏Xwina xwe rîjan ji bo me
 
‏Ha barîk barîk barîk
‏Bûk û zava li hev bimbarîk
‏Ha barîk barîk barîk
‏Bûk û pêşmerge li hev bimbarîk
‏Gava şiyarbûm ji xew
‏Qe ew rastîye ne derew
‏Ji we pir dikim hêvî
‏Vê xewnê bibin serî
 

Понравилась песня? Будем очень благодарны, если вы расскажете о ней друзьям:



Послушать песню и посмотреть клип "Xewna min"

Видеоклипы к песне подбираются автоматически сайтом youtube.com. Отказ от ответственности

Текст песни Şivan Perwer Xewna min предоставлен в ознакомительных целях для личного развития.