Şivan Perwer — Serhildan jiyan e

Şivan Perwer Serhildan jiyan e

Текст песни

Girtiyên azadiyê di zindanê de wekî şêrekî birîndar

Ku di qefesa xwe hilnayê

Carê hêz da xwe û hate xwe

Serhildan jiyan e, Berxwedan jiyan e

 

Serhildan li serê çiyan hêy

Berxwedan di nava zîndan

Dengê xorta xweş tê min hele

Dengê keçên dilovan

 

Serhildan, berxwedan

Serhildan jiyan e hêy hêy

Berxwedan jiyan e

 

Rawestin ne karê me ye

Pêşveçûn armanca me ye

Kurdistan li hêviya me ye

Çavên wî li rêça me ye

 

Serhildan, berxwedan..

Serhildan jiyan e hêy hêy

Berxwedan jiyan e

 

Dengê karker ji karistanê

Yê xwendevan ji dibistanê

Dengê pêşmergê ji qadê tê

Dengê şehîd ji goristanê

 

Serhildan, berxwedan

Serhildan jiyan e hêy hêy

Berxwedan jiyan e

 

Клип «Serhildan jiyan e»

Видеоролики хранятся и модерируются сервисом YouTube. Отказ от ответственности

Заказать перевод Прислать свой вариант перевода

Текст песни Şivan Perwer Serhildan jiyan e предоставлен в ознакомительных целях для личного развития.