Тексты и переводы песен

Mamê min

Meryem xanê bê awazên xwe
Reng da çanda mê
Jiyana xwe da stranan,
Û stranji da me
Şâ bibî Meryem xan
Em tê ji bîr nakin:
 
Were dotmam, were dotmam
Ax lê dotmamê.
Tu kulîlka nava şax û nava zozan
Lê lê dibê dotmam dibê
Heçî kesê derdê evînîkê nedîtiye
Ax de bila li min û dotmama min
Nekin gazind û loman...
Ax de dotmamê, dotmamê...
Ax zerî kubarê dil evîndarê...
 
Weleh dotmam ava şetê me şerbet e...
Dotmam ava şetê me şerbet e...
 
Pêla navîn li ser hev kete...
Lê dotmam dibê evînîka,
Xelk û alemê adet bû
Ax ya min û dotmama min,
Li Cizîra Bota bûye çi qebhete
Ax de dotmamê, wî de dotmamê.
Ax zerî kubarê dil evîndarê...
 
Were dotmam ava şetê me hêşîn e,
Were dotmam ava şetê me hêşîn e,
 
Pêla navîn ser û bin e
Lê lê w'ezê herim dotmama xwe
Ji mamê xwe bixwazim
Weleh Heger mamê min,
Dotmam min nede min
Weleh ezê çepilê dotmama,
Xwe bigirim birevînim
Biqelibînim ser çemê Xalidikê...
Ax de dotmamê, wî de dotmam.
Ax zerî kubarê dil evîndarê...
 
Were dotmam, navê dotmama min Gulçîn e
 
Tava heyvê daketiye,
Cizîra Botan ser û bin e
W'ezê herim dotmama xwe,
Ji mamê xwe bixwazim
Lê lê Heger mamê min,
Dotmama min nede min
Ezê bêjim mamo tu xwînîyê serê min î
Ax de dotmamê, dotmamê
Wî de dotmamê,
Ax zerî kubarê, ez bi xûlamê
 

Понравилась песня? Будем очень благодарны, если вы расскажете о ней друзьям:



Послушать песню и посмотреть клип "Mamê min"

Видеоклипы к песне подбираются автоматически сайтом youtube.com. Отказ от ответственности

Текст песни Şivan Perwer Mamê min предоставлен в ознакомительных целях для личного развития.