Тексты и переводы песен

Hozan

Ne Paşa û ne wezîrim,
ne muftî û ne dede me,
ez ne şêx û ne jî mîr im,
ez hozanê Gelê xwe me,
 
Çendîn rastîyan dibînim tînim li ber we datînim,
car car dikim ez rexnên we ji bo baştir bibe doza me
Navê min ji we mal û milkan,
mehneta we li dîyarê han,
gelê serok û rêberan,
 
Hozan im Hozan
hevalno, hogirno, delalno, xweşewîstno,
 
Car car dibim Fêqîyê Teyran,
digerim seran serî welatan,
top avêtin nava cîhan şax berdan baxçê gulistan,
diketim tura çar dewlatan,
min dixin nava zîndanan,
êşkenca axîn û lêdan,
ha hol halê me girtîyan,
gazî dikim şax bilbilan,
ji xistin nava baxê gulan,
dibe çi dibe Fêqîyê Teyran,
hozan im Hozan im,
 
Dewletno, sîyasetno, komarno, hukumetno,
 
Car caran zembîlfiroşim,
silk û zembîlan difiroşim,
kolan kolan digerînim,
nanê zarokan dertînim,
navêm xudana eniya kesan,
navêm keda destê kesan,
Divê bi destê xwedî kim,
zar û zeç û kal û pîran,
 
Axano, paşano, kedxwarno, zordestno,
 
Car car dibim Melayê Cizîrê diketim derya vê dîlberî,
ax dîlberî wax dîlberî mûmê dika mafê nêrî,
rohnî bike min dîlberî,
avek jî ava kewserê vêxwim ji destê tu dîlberî,
subhanallah li wê dîlberî,
Xwuda çêkir ji ez berî,
çendik van e parçe Xwudan,
jênagerî rohniya çavan,
herkik dîlber ax dinêrim,
xweş weş diresînim rezdan,
berhevdikim ji bo dîwan,
bidim dîroka Kurdîstan,
hozan im hozan im,
 
Hozano, dengbêjno, şaîrno, hunerdmendno,
 
Car car dibim Exmedî Xanî,
dikevim nav xewn û xeyalan,
dibim şewê Memê Alan didim ez pê Zina zelan ji min gurbeta Cizîra Botan,
hawar halê evîndaran,
jênagerim Beko Avan,
nasekin ku mafê satan,
 
Nerindno bêbextno, fesatno, evano, gellîno,
 
Divêm bilind bibe doz fireh bibe çand rengîn bibe ziman,
Jiber vê çêdikim va stran û awazan,
Hevalno, hogirno, xweşewistno, rindikno, hevalno, hogirno, azîzno.
 

Понравилась песня? Будем очень благодарны, если вы расскажете о ней друзьям:



Послушать песню и посмотреть клип "Hozan"

Видеоклипы к песне подбираются автоматически сайтом youtube.com. Отказ от ответственности

Текст песни Şivan Perwer Hozan предоставлен в ознакомительных целях для личного развития.