Şivan Perwer — Hinê li teştê kin

Şivan Perwer Hinê li teştê kin

Текст песни

Hinê bînin li teştê kin

Şîr û şerbetê çêkin

Kevçî bi kevî rûn lêkin

Bînin li destê zavê kin

Bînin li serê bûkê kin

 

Şarika bûkê heftreng e

Dayê rabe dereng e

Dawet hatî ber derî

Dawet hatî ber malê

Bîhna zavê pir teng e

Bîhna bûkê pir teng e

 

Berbû hatin bermalê

Rabe bûka delalê

Ha dîlan dîlan dîlan

Stran dîlan û lîlan

Çi bûkekî delal e

Zava bû xwedî malê

 

Клип «Hinê li teştê kin»

Видеоролики хранятся и модерируются сервисом YouTube. Отказ от ответственности

Заказать перевод Прислать свой вариант перевода

Текст песни Şivan Perwer Hinê li teştê kin предоставлен в ознакомительных целях для личного развития.