Şivan Perwer — Ez Xortê Kurdim

Şivan Perwer Ez Xortê Kurdim

Текст песни

Ez xortê kurdim pir bi nav û deng

Wa min hilgirtîyi bombe û tiveng

Ez dê herim şer, ez dê herim ceng

Ger nezîvirim dayê tu megrî

 

Ez xorta kurdim pir bi nav u deng

Wa min hilgirtî bombe û tiveng [x2]

 

Ez dê herim şer, ez dê herim ceng

Ger nezvîrim dayê tu megrî

Ger nezvîrim annê tu megrî

 

Li vir heya Çîn, nav û dengê min

Dunya hemu dît, şan û rengê min [x2]

 

Tu temaşeki li şer û cengê min

Ger ez bem kuştin dayê tu megrî

Ger ez bem kuştin dayê tu megrî

 

Dayka min û te, tev Kurdistane

Em we xelaskin, ji bin destane

Em we xelaskin, ji bin destane

 

Ger venegerin, ew bo me şane

Ger venegerin, ew bo me şane

 

Ger ez şehîd bim, dayê tu megrî

Ger ez şehîd bim, annê tu megrî

 

Te ez xwedîkirim, bi şîr mijandî

Hêsirê çavan, bo min rijandî

 

Te min xwedîkirim, bi şîr mijandî

Hêsirê çavan, bo min rijandî [x2]

 

Dilê xwe te kir, bo min şewtandî

Min helal biki, dayê tu megrî

Min helal biki, annê tu megrî

 

Клип «Ez Xortê Kurdim»

Видеоролики хранятся и модерируются сервисом YouTube. Отказ от ответственности

Заказать перевод Прислать свой вариант перевода

Текст песни Şivan Perwer Ez Xortê Kurdim предоставлен в ознакомительных целях для личного развития.