Şivan Perwer — De lorî

Şivan Perwer De lorî

Альбом: Kî Ne Em? (2012)

Жанры — Мировая музыка

Текст песни

Hey lorî lorî lorî wey layê layê

Serê dayika te bi gorî

Bê te sebra min nayê

Lorîka min mezin be

Hêjabe li vê dinyayê

 
Hay lê lê dayê lê lê
 

Ax de lê lê dayê

Dilê mi lê dayê kesera mi lê dayê

Şêrîna mi lê dayê evîna mi lê dayê

Ax lê lê lê dayê hevala derd û kulayê

Beriya mirov dinyayê bibîne

Mirov dayika xwe ya delal dibîne

Êş û zahmet û zoriyan pir dikşîne

 

Hûn dizanin heta dayikek zarokekî mezin dike çi êş û zoriyan dikşîne

Fermandarno zarokan ji dayikan nestînin

Hêstirên çavên wan nerijînin

Dayikên we jî hene

Hûn jî demekê zarok bûn

 

Dayîk me neh mehan li ser dilê xwe dihewrînin

Bi salan dihejînin, dilorînin, dimêjînin

Hûn jî zarokno keda wan ji bîr nekin

 

De lorîkek bi xêr be Weke mêrxas û şêr be

Wê jiyanê baş fêr be

Xweda bike bi kêr be

Da bi cih û bi war be

Li texta welat serdar be

 

Клип «De lorî»

Видеоролики хранятся и модерируются сервисом YouTube. Отказ от ответственности

Заказать перевод Прислать свой вариант перевода

Текст песни Şivan Perwer De lorî предоставлен в ознакомительных целях для личного развития.