Şivan Perwer — Cîhan

Şivan Perwer Cîhan

Альбом: Nazê (1996)

Жанры — Мировая музыка

Текст песни

Eman eman eman cîhan

Çav û birî lêv û diran

Eman eman eman cîhan

Çav û birî lêv û diran

Sîng û birî wê bi hevre gîhan

De bêje nemri bi eşqa cîhan

Sîng û birî wê bi hevre gîhan

De bêje nemri bi eşqa cîhan

 

Wa rindikê wa cîhanê

Wa xweşikê bê îmanê

Ax lê eman lê cîhanê

Wa delalê bê îmanê

Ax û eman bê feydeye

Kes bê te bi halêm nizanê

Kes bê te bi halêm nizanê

Ax lê were lê cîhanê

 

Cavên belek bejna zirav

Li min heland dil û hinav

Cavên belek bejna zirav

Li min heland dil û hinav

Wa hevalno ji xwer mêzekin

Bi min xest ew jana zirav

Wa hogirno ji xwer mêzekin

Bi min xest ew jana zirav

 

Eman eman lê cîhanê

Tu bê xemê bê ûjdanê

Ax lê eman lê cîhanê

Tu bê xemê bê ûjdanê

Tu bê sozê bê peymanê

Derdê dilê min nizanê

Derdê dilê min nizanê

Ax lê were lê cîhanê

 

Derdek li min bûye peyda

Ez ê bêjim tu nexeyde

Derdek li min bûye peyda

Ez ê bêjim tu nexeyde

Were destê hevdu bigrin

Xwe bavêjin bextê seyda

Werem destê hevdu bigrin

Emê biçin şêwra seyda

 

Wa xwedêyo wa rebîyo

mi ji halê xwe xêr nedîyo

Ax xwedêyo ax rebîyo

Vî halî qet xêr nedîyo

Ez heliyam ji ber vê evînê

Kesek nizan halêm çîyo

Kesek nizan halêm çîyo

Ax lê were lê cîhanê

Eman eman eman cîhan

 

Клип «Cîhan»

Видеоролики хранятся и модерируются сервисом YouTube. Отказ от ответственности

Заказать перевод Прислать свой вариант перевода

Текст песни Şivan Perwer Cîhan предоставлен в ознакомительных целях для личного развития.