Тексты и переводы песен

Şivan Perwer - Bavê Fexriya (Bavê Fexro)

Şivan Perwer — Bavê Fexriya (Bavê Fexro)

Смотреть клип

Bavê Fexriya (Bavê Fexro)

Bavê fexrîya qurba min go îro dinya ewr e
ax lo nabe sayî, hawar li min min rebene
lê li bave fexro derketine taqîbatê tabura sertê bi sê alayî
hawar li min oy
 
gelî gundî û cîranan çima bavê fexro ne li mal e?
hun dibînin ode ji mêvanan xir û xal e
hawar li min min rebene
 
bavê fexriya qurba min go ji înê heta înê
hawar li min min rebene
îro sê ro sê şev e bavê fexro birîndar e li nav nivînê
ezê rabim daw û delingê xwe hilgêvim herim hadhaka xopan
mala erekêlê hekîm, bêjim hekîmo qurba sîng û berê min rebenê
ji bavê fexro re bike melhema devê vê birînê hewar li min
heyfa mêra ye di çi halî, hawar li min min rebenê
 
min go bavê fexro were em bi destê hevdu bigrin
ax lo herin çîya, hawar li min min rebenê
lê li min şewitîyê ezê derbasî hêla malê bûme
bavê fexro bi ser birînê xwe de kûr dinalîya hewar li min
heyf û xebîneta bavê fexro, suwarê gêjo, torinê mala ezo
birîndar bû bi sê gulên van romîya ax hawar li min min rebenê
emrê çûyî carde nayê min rebenê, min poşmanê
 
bavê fexriya qurba min go bi qîzanî
pir delal bûm hawar li min min rebenê
gidî qurban bi bûkanî ; karxezal bûm hewar li min
bişewite mala mêrê xirab û romîyan
çawa sala îsal pîr û qal bûm
ax emrê çûyî carde nayê min poşmane
 

Понравилась песня? Будем очень благодарны, если вы расскажете о ней друзьям:



Послушать песню и посмотреть клип "Bavê Fexriya (Bavê Fexro)"

Видеоклипы к песне подбираются автоматически сайтом youtube.com. Отказ от ответственности

Текст песни Şivan Perwer Bavê Fexriya (Bavê Fexro) предоставлен в ознакомительных целях для личного развития.